Kurdistan
Ciwanekî ji Zaxoyê di Parlamentoya Almanyayê de bû parlamenter
PeyamaKurd – Ciwanekî ji Zaxoyê, di hilbijartinên dawî yên Parlamentoya Almanyayê de bû parlamenter.
Qasim Tahîr Salih li ser lîsteya Partiya Kesk a Almanyayê bû Parlamenterê wî welatî û nirx bi gelek pirsên giring dide.
Li gor nûçeya ajansa DW ya Almanyayê, mijarên ku Qasim Tahîr Salih li ser kar dike, dosyaya koç, penaberî, têkelbûna penaberan a li gel çanda Almanya û pirsgirêkên nijadperestî û dijatiya semîtîk ango cihûyan e.
Qasim Tahîr Salih, sala 1993ê li Zaxo ya ser bi parêzgeha Duhokê hatiye dinyê û xwedî nasnameya Almanya ye.
Roja 26.09.2021ê hilbijartinên Parlamentoya Almanya birêve çû.