Ciwanên Mûsilî daketin kolanan: Em dê soresê bikin!
PeyamaKurd – Li parêzgeha Mûsilê çend roj berê di encama noqavbûna ferîbotekê da zêdetirî 100 kesî canê xwe ji dest dabî. Piştî vê karesatê bi dehan ciwanên bihêrs daketin kolanan û çalakîyek li dar xistin.
Mezintirîn duyemîn bajarê Îraqê, Mûsil a ku di nîveka sala 2014an da ketibû destê rêxistina terorî DAIŞê û piştî 3 salan hatibû rizgarkirin, niha weke xirbeyekî ye û bi gelek pirsgirêkan bingehîn ra rû bi rû ye.
Mûsilîyan ji ber ku li bajêr kar û barên binesazîyê nehatine destpêkirin û gelek pirsgirêk hêj nehatine çareserkirin bertek nîşan dan..
Komek ciwanên musilî bang li rayedaran kirin ku van pirsgirêkan çareser bikin, naxwa ew dê şoreşekê pêk bînin û dibêjin divê pirsgirêk ne bi destê ‘yextîyar’an bes bi destê ‘ciwan’an bihên çareserkirin.