TR KU SO
FB X
Kurdistan

Çîyayê Gebarê 15 roj hat qedexekirin

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 27 berfanbar 2023 18:07

Peyama Kurd – Parêzgarîya Şernexê bi daxuyanîyekê ragihandin ku herêma Çiyayê Gabarê ya Şirnexê, ji bo 15 rojan wek "herêma ewle ya taybet" hatîye ragihandin.

Parêzgarîyê diyar kir ku herêma Çiyayê Gabarê ya ku di nav sînorên navçeya Basan a Şirnexê de ye ji bo ewlekariya neteweyî, nîzam û ewlekariya giştî û pêşgirtina rûdanê şer û pevçûnan wek herêma ewle ya taybet hatîye ragihandin.

Di daxuyanîyê de hate destnîşankirin ku ev biryara qedexeyê wê di navbera 27ê Kanûna 2023an û 10ê Çileya 2024an de derbasdar be.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku biryar di çarçoveya ‘Yasaya Herêmên Qedexe yên Leşkerî ya hejmar 2565'an û Yasaya Herêmên Ewlehîyê hatiye girtin û ji welatiyên deverê hate xwestin ku ji bo ewlehiya can û malê xwe neçin devera ku hatiye qedexekirin.

Parve bike: