TR KU SO
FB X
Kurdistan

Çoman | 14 projeyên xizmetguzariyê tê cibicîkirin

Admin L
Nivîskar
📅 21 tebax 2021 19:30

PeyamaKurd Li qezaya Çomanê, 14 projeyên xizmetguzariyê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve tê cibicîkirin û îro kevirê binyatê yê projeyekê tê danîn.

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw bi mebesta danîna kevirê binyatê yê projeyekê, serdana Çomanê kir û di konferanseke rojnamevanî de diyar kir, 14 projeyên xizmetguzariyê yên li qezaya Çomanê tên cibicîkirin.

Omêd Xoşnaw da zanîn: “Hêvîdar in di çarçoveya plan û bernameyên kabîneya nehem a hikûmeta Herêma Kurdistanê û piştevaniya rasterast a Serokwezîrê Herêmê, xizmeta zêdetir ji parêzgeha me re bikin.

Parêzgarê Hewlêrê herwiha destnîşan kir: “Nûjenkirina rêya Hacî Omeran – Çomanê di nava projeyên stratejîk ên Hikûmetê de ye, bi bilindbûna dahata hikûmetê re, nûjenkirinê wê rêyê, yek ji pêngavên sereke dibe.”

Parve bike: