TR KU SO
FB X
Kurdistan

Dadgehê îdîanameya di derbarê Emîne Senyasar de pejirand

Admin L
Nivîskar
📅 19 adar 2022 18:33

PeyamaKurd Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Rihayê, îdîanameya bi îdiaya "heqaret li rayedarên giştî kiriye" ya di derbarê Emîne Şenyaşar a hevjîn û du kurên wê ji aliyê nasên parlamenterê AK Partiyê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin kuştin pejirand.

Li gor îdianameya ku ji aliyê 4. Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Rihayê ve hat pejirandin de, hat îdiakirin ku di mehên borî de dema nobeda edaletê de di axaftina Emîne Şenyaşar a derbarê Wekîlê AKPê Îbrahîm Halîl Yildiz de "heqaret" heye.

Zanyarî destnîşan dikin, di derbarê Emîne Şenyaşar de ku ji 9ê Adara 2021an de Nobeta Edaletê digre, 14 lêpirsîn hatine destpêkirin û li ser berteka Emîne Şenyaşar a roja ku daxwaza wê ya hevdîtinê ya bi dozgeriyê re pêk nehat, derbarê we de doz hatin vekirin. Piştî serlêdana sûcê ya der barê Emîne Şenyaşar de bi îdiaya “heqaretê” îdianame hat amadekirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, li navçeya Sirûcê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, 14ê Hezîrana 2018an di dema bangeşeya hilbijartinan de malbat û parêzvanên Parlamenterê AK Partiyê Îbrahîm Xelîl Yildiz, du kur û mêrê Emîne Şenyaşar kuştibûn. Kurekî Emîne Şenyaşar di dûkana xwe de û kurek û hevjînê wê jî li nexweşxaneyê hatibûn kuştin. Lê Serdozgeriya Rihayê ji 3 salan zêdetir e li ser bûyera nexweşxaneyê doz venekiriye.

Parve bike: