SOMO: Pêwîst e biryara dadgehê ya di derbarê petrola herêmê de bê cihbicihkirin
PeyamaKurd – Dezgeha petrolê SOMO ya Iraqê li ser biryara Dadgeha Federalî ya ji bo petrola Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û diyar kir: “Pêwîst e biryara dadgehê ya di derbarê petrola herêmê de, bê cihbicihkirin.
Li gor daxuyaniya SOMOyê: “Wezareta Neftê ya Iraqê hemû rêk û rêçan ji bo cibicihkirina biryara Dadgeha Federal a li ser neft û gaza Herêma Kurdistanê wê bidin bicihkirin”
Herwiha li ser ew biryara Dadgeha Federal a ku li ser neft û gaza Herêma Kurdistanê derxistiye, Kompanyayê Somayê ya karûbarên neftê eşkere kir, Wezareta Neftê ya Iraqê hemû rêk û rêçan ji bo cihbicihkirina biryara Dadgeha Federal a li ser neft û gaza Herêma Kurdistanê wê bidin bicihkirin û ew kêlgehên neftên Herêma Kurdistanê û navçeyên din ku ji aliyê Wezareta Semanên Sirûştî ve neft jê têne derxistin, wê radestî hikûmeta navendî ya Bexdayê bêne kirin.