Ji dadgehê biryara betalkirina Kongreya CHPê: Kiliçdaroglu dîsa bû serok
PeyamaKurd - Dadgeha Herêmî ya Enqereyê biryar da ku Kongreya Partiya Komarî ya Gel (CHP) ya 2023yan ku Ozgur Ozel wekî serokê giştî hatibû hilbijartin were betalkirin.
Li gorî biryara dadgehê serokê berê Kemal Kiliçdaroglu û rêveberiya wî ji nû wekî xwe hate erkdarkirin ku karê xwe berdewam bike.
Di biryara dadgehê de, serok jî di nav de hemû rêveberiya niha ya CHPê ji kar hate kişandin û rêveberiya Kiliçdaroglu ji nû ve hate ser kar.
Piştî vê biryarê Ozgur Ozel, bang kir ku Desteya Rêveberiyê li navenda partiyê ya Enqereyê bicive.
Daireya Hiqûqê ya 36an a Dadgeha Herêmî ya Enqereyê, derbarê doza Kongreya Asayî ya 38an a CHPê ku di 4-5ê Mijdara 2023an de hatibû lidarxistin ev biryar da. Kongre û hemû bandorên wê yên heta niha hatin betalkirin.