Kurdistan
Walîtiyê ji bo betalkirina biryara tabelaya 'Saredariya Dersîmê' serî li dadgehê da
PeyamaKurd – Meclîsa Şaredariya Dersîmê 7ê Gulanê bi piraniya dengan biryar standibû ku tabeleya şaredariyê ya Tuncelî li ser e bê guhertin û navê Dersîmê bê danîn.
Piştî biryarê jî navê Dersîmê li ser şaredariyê hatibû danîn.
Walîtiya Dersîmê bi gihîştina biryara encûmena şaredariyê re bersiv da û da xuyakirin, biryara meclîsê ya guhertina tabelaya navê Tunceliyê bi Dersîmê li dijî qanûnan û mewzûatê ye ji bo betalkirina biryara şaredariyê serî Dadgeha Eslîye Hiqûqê da ku biryarê ji Dadgeha Îdareyî ya Erzîncanê re bişîne.