Kurdistan
Danûstandinên çalakkirina parlamentoyê ber başiyê ve diçin
PeyamaKurd - Berpirsê Rêkxistina PDKê li Dihokê Serbest Lezgîn, hêvî xwest ku kêşeyên li pêşiya kabîneya nû di Cotmehê de bên çareserkirin û got, “Danûstandin berdewam in û peyama wan ji bo xelkê Kurdistanê ew e ku bihevrebûn xweşiktir e.”
Berpirsê Mekteba Rêkxistinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Dihokê Serbest Lezgîn di daxuyaniyekê de ragihand ku danûstandinên ji bo çalakkirina parlamentoyê û pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê berdewam in û nîşan ber bi başiyê ve diçin.
Lezgîn da xuyakirin ku ew hêvîdar in di meha Cotmeha îsal de hemû pirsgirêkên li pêşiya van pêngavan bên çareserkirin û tekez kir ku peyama wan ji bo gelê Kurdistanê ew e ku bihevrebûn her dem xweşiktir e.