TR KU SO
FB X
Kurdistan

Dema di çiya de dimeşiya ket ava çem û tê de fetisî

Admin M
Nivîskar
📅 25 tîrmeh 2026 14:30

PeyamaKurd – Li Kurdistana Rojhilat li bajarê Urmiyê li navça Pîranşehrê xortê bi navê Nasir Teberze dema bi grûbekî hevalên xwe re di çiya de derketibû meşê, di wexta meşê de mêzêna xwe wenda kir û ji bilindahiyê ket nav ava çemê Ligbinê.

Bi sedema av gelek kûr bû û Nasir Teberze bi avjeniyê nizanibû, ket ber pêlên avê û di avê de fetisî.

Rêvebirê îtfaiya Mahabadê Serdar Fedakarmukri, ragihand ku bi sedema herêm çiyaye û li ser çem şelale hene, xebat bi zahmetî meşiyane. Tîmên parastina sîvîl bi seetan xebatê kirine heya xwe gihandine cesedê Nasir Teberze û ji avê derxistine.

Rêvebirê nahiya Lacanê ya bi ser Pîranşahrê Mehran İbrahimi ragihand ku xortê jiyana xwe ji dest daye, ji gundê Qeşqone yê bi ser bajarê Mahabadê ve ye.

Li gor rêjeyên fermî yên Îranê; di sala borî de li sernserê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê 140 jin û 748 zilam bi temamî 888 kes ji ava golan an çeman de fetisîne.

Parve bike: