Kurdistan
Dema Merkel di civînê de bû otomobîlekê ajot ser avahiya serokwezîrtiyê
PeyamaKurd – Dema Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel ligel wezîrên kabîneyê di civînê de bû, otomobîlekê bi ser avahiya serokwezîrtiyê de ajot û li dîwar qelibî.
Hat ragihandin ku piştî destwerdana polîsan xwediyê otomobîlê hat binçavkirin.
Hat zanîn ku li ser otomobîlê pankart û nivîsên dijî kurewîbûnê û rexneyên li hikûmeta Almanyayê hebûn.
Hat diyarkirin ku heman otomobîlê sala 2014an jî xwestiye bajo ser avahniya serokwezîrtiyê ku wê demê jî li ser nivîseke protestokirina guherîna keşûhewayê hebû.