TR KU SO
FB X
Kurdistan

Depo û kargeheke çêkirina madeyên teqemeniyê ya DAISê hate dîtin

Admin L
Nivîskar
📅 27 nîsan 2021 13:59

PeyamaKurd - Hêzên Asayîşê, li Reqayê depo û kargeheke çêkirina madeyên teqemeniyê ya çeteyên DAIŞê dîtin. 

Li gor Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Asayîşê bi daxuyaniyekê diyar kir, hêzên wan 25ê Nîsanê depo û kargeheke çêkirina madeyên teqemeniyê ya çeteyên DAIŞê li bajarokê Kerama yê li bakurê Reqayê dîtin.

Asayîşê da zanîn, 111 topên hawin ên navîn, 5 topên mezin, 10 dikên hawinan, 7 topên gazê û gelek çekên din di wê depoyê de hatin dîtin.

Asayîşê herwiha eşkere kir, wan ev made dûrî cihên sivîl xistine û ji bo cihên taybet ên komkirina bermahiyên çeteyên DAIŞê veguhastine.

Parve bike: