Kurdistan
Li Bîlîsê 100 kîlo madeyên teqemeniyê hatin bidestxistin
PeyamaKurd - Li daristaneke bajarê Bîlîsê ya Bakurê Kurdistanê,100 kîlo madeyên teqemeniyê hatin bidestxistin.
Ji aliyê tîmên Fermangeha Parêzgariya Bîlîsê ya Jenderme, li daristanek Tatwanê 100 madeyên teqemeniyê yên veşartî hatin bidestxistin.
Li herêma Çîrîk a navçeya Tatwan a Bîlîsê, di lêgerînan de, di mezinahiya 138, 60, 80 cm kortalan de, 6 heb teneke hat dîtin. Di hundurê wan de 100 kîlogram mazot û amonyûm nîtrat hat bidestxistin.