TR KU SO
FB X
Kurdistan

Deriyê Perestgeha Lalesê ji nû ve bo serdanan hat vekirin

Admin H
Nivîskar
📅 13 cotmeh 2020 20:57

PeyamaKurd - Berpirsê ragihandina perestgeha Laleşê Luqman Silêman got, ji îro pê ve careke din li gor rênimayiyên hikûmeta herêma Kurdistanê yên ji bo xweparastina ji vîrusa korona deriyê perestgeha Laleşê hate vekirin.

Berpirsê ragihandina perestgeha Laleşê Luqman Silêman da xuyakirin ku piştî 7 rojan deriyê perestgeha Laleşê ji serdanê re ji nû ve hatiye vekirin û tenê îro 300 kesan serdana perestgeha Laleşê kiriye.

Perestgeha Laleşê li gor rênmayiyên hikûmeta herêma Kurdistanê ji bo xwe parastina ji vîrusa korona hatiye vekirin ku ji xelkê tê xwestin li gorî tedbîran serdana Laleşê bikin.

Parve bike: