Kurdistan
Desta Herranê di bin avê de ma
PeyamaKurd – Piştî barana zêde bariya û lehî rabû Deşta Herranê ya Rihayê di bin avê de ma. Araziyên Deşta Herranê bi bereketin û gelek çandinî lê tê kirin da debara xelkê herêmê lê bibe.
Mixabin heya niha ava ser araziyan venekişiyaye û ji ber wê jî erda wê derê heya niha jî bûye weka heriyê. Cotyarên Herranê ji dewletê dixwazin ku ava nav araziyan tehliye bêkirin da zerar wan zêde nebe.