TR KU SO
FB X
Kurdistan

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi minasebeta hatina cejnê re alîkariya malbatên kêmderfet dike

📅 19 gulan 2020 17:04

PeyamaKurd – Di demekê de ku Cejna Remezanê nêzîk dibe, Encûmena Jinên Qezaya Soranê bi alîkariya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî re, xwirek û cil û berg li ser hejmarek malbatên kêmderfet yên qezaya Soranê belav kir.

Berpirsa ragihandina Encûmena Soranê ya Yekitiya Afretên Kurdistanê Perî Necîm  ragihand: ‘’Wek encûmena Soran a Yekitiya Afretên (Jinên) Kurdistanê bi alîkarî û hemahengiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve, di pêşwaziya Cejna Remezana pîroz de me dest bi dabeşkirina alîkariya xwirek û cil û bergan li ser zêdetir ji 35 malbatên hejar û kêmderfetên qezaya Soranê kir.’’

Her wiha Necîm got: ‘’Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî berdewam dest vekirî û mirovdost bûye li hember lêqewmiyan û xelkê kêmderfet û xwedî pêwîstî. Soz jî dane berdewam bin li ser gehandina alîkariya zêdetir ji malbatên kêmderfet ên sînorê çalakiyên me re.’’

Parve bike: