TR KU SO
FB X
Kurdistan

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî xebatên gihandina alîkariyê dan sekinandin

📅 04 nîsan 2020 16:17

PeyamaKurd - Dezgeha xêrxwazî ya Barzanî ragihand, ji ber qedexeya derketina derve û hatin û çûnê tevahiya xebatên xwe yên gihandina alîkariyê didin sekinandin.

Şeva borî wezareta navxwe ya Herêma Kurdistanê ragihand, ji ber vîrusa Koronayê heyama 48 saetan (du rojan) çûnûhatina welatiyan, çi bi piyan û çi jî bi otomobîlan, li seranserî Herêma Kurdistanê tê qedexekirin.

Ew biryara wezareta navxwe ji îro saet 12:00 ve dest pê dike.

Dezgeha xêrxwazî ya Barzanî li ser vê rewşê daxuyaniyek da û ragihand, ji ber biryara wezareta naxwe ew tevahiya xebatên xwe yên gihandina alîkariyê didin sekinandin, her guhertinek jî çêbibe dê ji raya giştî re ragihînin.

Di heyama çend rojên borî de dezgeha xêrxwazî ya Barzanî xorak û pêdiviyên rojane digihand malbatên belengaz û hejar, yên ku ji ber qedexeya derketina derve tengav bûne.

 

Parve bike: