DFG: 13 rojnamevan bi 31 salan hatin sizadan
PeyamaKurd - Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê, rapora mehane ya binpêkirinên mafên rojnamegeriyê ragihand. Li gorî raporê di meha Adarê de 13 rojnamevan bi giştî bi 31 sal bi sizayê girtîgehê hatin sizadan. Bi dehan rojnamevan hatin dadgehkirin.
DFGê di rapora xwe de bal kişand ser pêkutiyên li ser rojnamegeran û eşkere kir, ji bilî 13 rojnamevanên hatine sizadan, 6 rojnamevan hatine binçavkirin û 4 jî rastî êrîşan hatine.
Di dewamê de hat gotin ku girtina rojnamevanan bêhiqûqiyê mayînde dike û heta niha jî bi dehan rojnamevan di girtîgehan de ne.
Li gorî daxuyaniyê dozên ku tên vekirin, her wekî ku bibêjin ‘hûn çima nûçeyan çêdikin?’ in û daxwaz hat kirin ku li Parlementoya Tirkiyeyê yasaya parastina azadiya rojnamevaniyê were sererastkirin.