Di 17 rojan de 537 donim erdên cotkarên Rojava hat sewitandin
PeyamaKurd – Ev demek e ji aliyê komên çekdar û artêşa Tirkiyê ve zeviyên cotkarên Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê têne şewitandin ku heta niha ziyaneke mezin çêbûye.
Cotkarên Rojavayê Kurdistanê dibêjin, artêşa Tirkiye û komên çekdar bi destpêkirina demsala çinînê re şerê aborî li dijî Rojavayê Kurdistanê dane destpêkirin ku rojane erdên gundiyan têne şewitandin.
Li gorî rapora 17 rojên dawî ya li ser şewitandina erdan; ji Zirganê heta Til Temir, Eyn Îsa, Kobanê, Minbic û Şehbayê heta niha 107 donim erdên genim û 430 donim jî erdên ceh hatine şewistandin.
Herwiha 2 sivîlên ku dema xwestine agir vemirinîn jî hatine kuştin. Di raporê de bi giştî behsa kiryarên şewitandina zeviyên çandiniyê yên cotkaran tê kirin û tê gotin, kesên dixwazin agir vemirînin jî dibin hedefa êrîşan û têne kuştin.