Kurdistan
Di bûdçeya 2021ê ya Iraqê de para Herêma Kurdistanê 12.67% hat diyarkirin
PeyamaKurd – Hat zanîn ku di projeyasaya budçeya sala 2021ê ya Iraqê de ku encûmena wezîrên Iraqê pesend kiriye û biryare bo parlamentoyê bê şandin de, para Herêma Kurdistanê ji sedî 12,67 hatiye diyarkirin.
Li gorî budçeya sala 2021ê biryar hatiye standin ku ji mûçeyên wezîrên dewletê, parlamenter û midurên giştî yên saziyên dewletê ji sedî 40 bac were standin.
Herwiha para Herêma Kurdistanê jî di budçeya 2021ê de 12.67%ê budçeya giştî ya Iraqê hatiye diyarkirin.
Biryar e hikûmeta Iraqê projeyasaya budçeyê van rojan pêşkeşî parlamentoyê bike û piştî lihevkirina aliyên siyasî li ser budçeyê di parlamenê de were derbaskirin.