Iraqê parastina sînorê navbera Herêma Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê xurt kir
PeyamaKurd - Piştî destpêkirina şerê navbera eniya Amerîka-Îsraîl û Îranê (28ê Sibatê), Fermandariya Pasvanên Sînor a Iraqê hejmara leşkerên xwe li ser xeta sînorî ya parêzgehên Silêmanî û Helebçeyê yên Herêma Kurdistanê bi awayekî berçav zêde kir. Ev pêngav ji bo parastina sînorên bi Rojhilatê Kurdistanê re û rêgirtin li bandorên şerê herêmî hat avêtin.
Zêdetirî 300 kîlometre sînor di bin çavdêriyê de ye
Çavkaniyeke payebilind ji Pasvanên Sînor a Iraqê ji tora Rûdawê re eşkere kir ku ji bo misogerkirina ewlehiyê, hêzên nû sewqî sînorên navbera Herêma Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê hatine kirin. Dirêjahiya giştî ya sînorê Iraqê bi Îranê re 1,458 kîlometre ye û zêdetirî 300 kîlometreyî di nav sînorên parêzgehên Silêmanî û Helebçeyê de cih digire.
Rayedarê navborî destnîşan kir ku ji ber erdnîgariya çiyayî û dijwar a vê xeta sînorî ya bi Rojhilatê Kurdistanê re, pêdiviya wan bi hêzên leşkerî yên zêdetir û amadebaşiya herî bilind heye.
Fermandariya Herêma 1ê û leşkerên Kurd
Parastina sînorên Silêmanî û Helebçeyê di bin berpirsiyariya Fermandariya Pasvanên Sînor a Herêma 1ê de ye, ku ji du tugayên sereke pêk tê. Hat ragihandin ku beşeke mezin a leşkerên nû yên ku li ser sînor hatine bicihkirin, welatiyên Herêma Kurdistanê bi xwe ne.
Peyama Bexda û Hewlêrê: “Axa me nabe qada şer”
Tevî ku li herêmê şerekî giran berdewam dike, hikûmeta federal a Iraqê û Rêveberiya Herêma Kurdistanê bi berdewamî daxuyaniyan didin û tekez dikin ku ew naxwazin bibin parçeyek ji vî şerî. Her du rêveberiyan bi awayekî fermî ragihandiye ku ew ê bi tu awayî rê nedin axa wan ji bo êrîşên li dijî Îranê yan her welatekî din were bikaranîn.