TR KU SO
FB X
Kurdistan

Di derveyê dosya Narin Güran de kurê Nevzat Bahtiyar hat girtin

Admin M
Nivîskar
📅 18 nîsan 2026 14:08

PeyamaKurd – Di dosya kuştina Narin Güran ya Diyarbekir de, Nevzat Bahtiyar hatibû girtin lê bi cezayekî kêm hatibû cezakirin. Dosya ji aliyê dadgeha bilind de paşde şandin Diyarbekirê ji ber cezayê Bahtiyar kêm bû.

Niha car din dadgeha Diyarbekirê di dosyayê de biryara cezayê giran ya bi 17 salan da Nevzat Bahtiyar û di ser de kurê Nevzat Bahtiyar yê bi navê İbrahim Bahtıyar girtin.

Girtina İbrahim Bahtiyar ne li ser dosya Narin Güran e.

Ereba ku Îbrahim Bahtiyar tê de bû, li ser tevgerên wan yên bi guman, hêzên asayîşê ereba wan da sekinandin û di erebê de 2 demançe hatin dîtin. Her dû kesên bi İbrahim Bahtiyar re serbest berdan.

Dema her dû teref ji celsa Nevzat Bahtiyar derketin, polîs ji tevgerên wan şikê kir. Ereba ku İbrahim Bahtıyar, Mehmet Bahtiyar û Muhammed Bahtiyar tê de bûn, sekinand û di erebê de dema 2 demançan dîtin ew birin qereqola Yenişehirê.

İbrahim Bahtıyar şandin zîndanê û her dû Bahtıyar ên din serbest berdan.

Parve bike: