TR KU SO
FB X
Kurdistan

Di encama qezayekê de 3 kes birîndar bûn

Admin L
Nivîskar
📅 24 berfanbar 2020 15:00

PeyamaKurd Li parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê, di encama qezayeke trafîqê de, 3 kes birîndar bûn.

Li gor zanyariyan, di rêya navbera Riha û Dîlokê de 3 minîbûs û 2 otomobîl li hev ketin û li ser agahdarkirinê, kesên derdorê, tîmên tenduristî, cendirme û tîmên peywendîdar çûn cihê qezayê.

Herwiha agahiyên destpêkê diyar dikin,3 kes birîndar bûne.

Tîmên Hawarçûna Bilez birîndarên bûyerê bo Nexweşxaneya Dewletê ya Balikligolê veguhestin.

 

Parve bike: