Cîhan
Di qezayekê de 40 karkerên jin birîndar bûn
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku îro 1ê Gulanê Roja Cîhanî ya Karkeran, li parêzgeha Idlib a Sûriyê di bûyereke çûnûhatinê de, 40 karker birîndar bûn.
Li gorî zanyariyan, îro zêdetirî 40 karkerên jin ên karê çandiniyê dikin, di bûyereke çûnûhatinê de li nêzîkî bajarokê Hibêt li Idlibê birîndar bûn.
Hate diyar kirin ku dema otombîlê ew vediguhestin kar wergeriyaye û 40 jiên karker birîndar bûne.
Derbarê rewşa tenduristiya wan de ti agahî nehatin bidestxistin.