Kurdistan
Di encama teqînekê de li Mexmûrê bavek û 3 kurê xwe can dan
PeyamaKurd – Di encama teqînekê de, li Mexmûrê bavek û 3 kurê xwe can dan.
Li gor zanyariyan, bombeyeke vedayî li gundê Xerbarî yê Mexmûrê teqiya û 4 kesan can dan. Qurbanî, bavek û 3 kurên wî bûn.
Hat destnîşankirin, Hacî Selame bi 3 kurên xwe re dema karê avakirina xaniyekî dikin, bombe teqiya û di encamê de can dan, karkerek jî birîndar bû.
Herwiha hat diyarkirin, ew gund berê di destê DAIŞê de bû. Tê pêşbînîkirin, ew bombe ji serdema DAIŞê de hatibû vedan.