‘Di gera duyem de mijara herî girîng avakirina hêza hevbes e’
PeyamaKurd – Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) Silêman Oso li ser danûstandinên bi Partiyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurd (PYNK) û PYDê re li ser yekrêziyê da xuyakirin ku di gera duyem a hevdîtinan de mijara sereke avakirina hêzeke hevbeş a leşkerî ye.
Oso got, “Babeta herî girîng a qonaxa duyem a danûstandinan pêkanîna hêza hevbeş a leşkerî ye. Wê ji bo mijarên teknîkî komîsyonek bê avakirin.”
‘Wê vegera Pêşmergeyên Roj bê axaftin’
Silêman Oso da zanîn ku wê mijara vegera Pêşmergeyên Roj jî di çarçoveya avakirina hêza hevbeş de were axaftin û PYD jî nêzîkatiyeke erênî li mijarê dike, lê belê ji ber hesasbûna mijarê pêdivî bi komîsyonekê heye.
‘Rûsya û rejî gelek aciz dibin’
Herwiha Sekreterê Giştî yê ENKSê Hadî Merhî jî diyar kir ku hîn gera duyem a danûstandinan dest pê nekiriye û ew li benda welatê garantor (Amerîka) ne û got, Rûsya û rejîm ji danûstandinên Kurd-Kurd gelekî aciz in û hewl didin pêşiya wan bigirin.
Merhî da zanîn ku hê ew bi PYNKê re negihîştine rêkeftinê, lê belê di li ser gelek mijaran hevnêrîn bûne û bibîr xist, “Danûstandin li ser bingehgirtina peymana Duhokê têne kirin. Mijarên vê peymanê yên îdarî, aborî û leşkerî ji nû ve têne gotûbêjkirin.”