Di girtîgeheke Duhokê de 7 kes hatin kustin
PeyamaKurd - Di Girtîgeha Çaksazî ya Duhokê de li navbera du aliyan şer derket û 7 kesan canê xwe ji dest da.
Li gorî zanyariyan ji ber şer û aloziya di nav Girtîgeha Çaksazî ya Duhokê de 7 kesan canê xwe ji dest da û hejmareke girtiyan jî birîndar bûne.
Rêveberê Nexweşxaneya hawarhatinê ya Duhokê Ebdullah Îbrahîm jî ragihand ku 3 karmendên birîndar gihandine nexweşxaneyê.
- Parêzgarê Duhokê li ser girtîgehê daxuyanî da
Parêzgarê Duhokê Ferhad Etrûşî ragihand ku li Girtîgeha Çaksazî ya Duhokê girtiyekî ku 3 caran cezayê îdamê li ser bûye agir berdaye û di encamê de girtiyên din canê xwe ji dest dane.
Parêzgarê Duhokê Ferhad Etrûşî di civîneke çapemeniyê de ragihand, ku di girtîgehê de şer derneketiye û girtiyekî bi navê Sadam, ku 3 caran cezayê sêdaredanê li ser hatiye sepandin, xwestiye deriyan bişkîne. Li ser vê yekê alozî çêbûye û wî kesî agir berdaye jûra xwe.
Etrûşî da zanîn ku di encama bûyerê de li beşa “girtiyên terorê” 7 kesan canê xwe ji dest daye û 12 kes jî birîndar bûne.
Parêzgarê Duhokê herwiha da zanîn, ku hinek girtiyên ku cezayê sêdaredanê li ser wan heye hewl dane deriyan bişkînin û birevin derve lê serkeftî nebûne.
Etrûşî got: "Ti destwerdanek ji derve nebûye û ti pevçûnek di navbera ti aliyekê de çênebûye. Wek min got, bûyer di encama agirberdana girtiyekê de çêbûye û yên din jî li gel de fetisîne."
Ferhad Etrûşî herwiha ragihand, ku di Zîndana Çaksazî ya Duhokê de hezar û 415 zîndanî hene, ji wan hezar û 35 kesan ceza wergirtine û di nava wan de 340 kes bi tometa “Madeya Terorê” cezayê mûebed anku heta hetayê wergirtine.