Kurdistan
Li Hewlêr û Duhokê êrîşên dronan hatin pûçkirin
PeyamaKurd - Berevaniya asmanî ya Hevpeymaniya Navneteweyî ya bi serokatiya Amerîkayê, îro roja Şemiyê du êrîşên cuda yên bi balafirên bêpîlot (dron) li bajarên Hewlêr û Dihokê yên Herêma Kurdistanê têkşikandin.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyên ewlehiyê dane ajansa Şefaq Newsê, dron berî ku bigihêjin armancên xwe li asman hatine teqandin.
Di encama van êrîşan de tiu zirarên canî çênebûn, lê belê perçeyên dronên teqiyayî li hinek deveran ketine û bûne sedema zirarên madî yên bisînor.
Hêzên hevpeyman û dezgehên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê lêkolînên xwe yên li ser van êrîşan berdewam dikin.