Di heyeta Îranê ya çû Pakistanê de qatilê Dr. Abdurrahman Qasimlo Sahrarodî jî hebû
PeyamaKurd – Yek ji endamê heyeta hevdîninên bi heyeta DYA re yên li Îslamabad a Pakistanê çêbûn, H.E. Muhammed Caferi (Mohammed Jafari) bû ku bi xwe yek ji kujerê an ku qatilê sekreterê Partiya Demokrata Kurdistanê yê Dr. Abrurrahman Qasimlo bû.
Esas navê wî yê eslî Muhammad Cafer Sahraroudi ye ku di 13ê Tîrmeha sala 1989an de li payîtexta Avusturyayê li Viyanayê di hevdîtinên ji bo otonomiya Kurdistana Rojhilat bi sereterê PDK-Iyê bi Dr. Abdurrahman Qasemlo re rîniştibû.
Bi Sahrarodî re sîlih hebû û hem pasaporta wî ya dîplomatîk hebû û ew bi xwe jî çek berdabû Qassemlo.
Di heyeta Amerîka de cîgirê Trum JD Vance serpereştiyê dikir. Serokê meclisa Îranê Muhammed Bakir Kalibaf jî serokatiya heyeta Îranê dikir.
Di nav heyeta Îranê de navên balkêş hene. Yek ji wan çawa li jorê me behsa wî kir, cîgirê sekreterê giştî yê konseya ewlehiya netewî yê Îranê H.E. Muhammed Caferi (Mohammed Jafari) heye ku bêhtir bi navê Sahrarodî tê naskirin. Di wexta ku Dr. Qasimlo şehîd kir de ew tûxgeneral bû.
Îran bi kuştina Cafer Axa, birayê wî Îsmaîl Axayê Şikakî, Dr. Sadiq Şerefkendî (birayê helbestvan Hejar), Seyfî Qazî û temamê mezinên Kurdên Îranê bi nav û denge. Belkî lewra ji kuştina mezinên xwe gazinan nakin…
Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î), li ser çûna kujerê Dr. Qasemlo ku di nav heyeta Îranê de çû Pakistanê weha daxwuyaniyê da:
“Di heyeta Îranê ya Pakistanê de Muhammed Caferi Sahraroudi jî heye. Ew di 13 Tîrmeha 1989an de li Viyana di wexta hevdîtinên aştiyê de, fermandarê tîma kuştinê yê Îranê bû ku Dr. Abdurrahman Qasemlo û her dû cîgirên wî kuşt.”
Sahrarodî ji bo navê xwe veşêre navê Caferî bikartîne ji ber di asta navdewletî de fermana girtina wî heye.
Dr. Qassemlo bi xwe di Êlûna 1988an de 10 meh berya bê şehîdkirin, di hevpeyvîna bi Kurdistan Press re gotibû ku rejîma ayetullahan di nav 9 salan de 45 mezinên Kurdan û li dora 12 hezar Pêşmergên Partiya Demokrata Kurdistanê kuştine.