Kurdistan
Di înşaata tunela Dîlokê de karkerekî can da
PeyamaKurd – Di proja Dîlokê (Gaziantep) ya Dülük-OSB de, di wexta sabîtkirina betonê de 2 karker di navbera îskela hesin û avahiyê de man. Di qezayê de 2 kes birîndar bûn û yek ji wan li nexweşxanê can da.
Qeza, li navça Şehitkamil li nêzî taxa Sam di tunelê de qewimî. Li ser qezayê, ambulans, îtfaiyê, polîs û cendirme çûnciyê qezayê. Ji karkeran yek ji wan bi derfetên xwe derket derve û yê din ji aliyê tîmên AFAD û UMKE ve giran birîndar derxistin.
Birîndar birin nexweşxanê lê li nexweşxanê can da. Li ser qezayê parêzgeriya Dîlokê ragihand ku di tunelê de hilweşîn tine.