TR KU SO
FB X
Kurdistan

Di merasîmên Kuleçarsemê de 9 kesan can dan

Admin L
Nivîskar
📅 17 adar 2021 15:30

PeyamaKurd – Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, di encama merasîmên Kuleçarşemê de, 9 kesan can dan û 1468 kes jî birîndar bûn.

Merasîma kevnar a bi navê Kuleçarşemê, do li Rojhilatê Kurdistan û Îranê birêve çû.

Merasîma Kuleçarşemê, agir hilkirin û şahî û xweşî ye, lê di van salên dawiyê, diyardeya çêkirina teqemenî û yariyên agirî derketiye û her sal dibe sedema kuştin û birîndarbûna xelkê.

Li gorî amarên fermî ya saziya Hewarçûnê ya Îranê, di merasîmên Kuleçarşema îsal de, 9 kesan can dane, ku zêdetirî 2 qatî sala derbasbûyî ye. Herwiha 1468 kes jî birîndar bûne.

Ji 1468 birîndaran, 527 kesan çavên xwe ji dest dane û 131 kesan jî endamên laşê xwe ji dest dane û kêmendam bûne, 546 kes jî tûşî şewitînî bûne.

Temenê wan qurbaniyan %46 zarok û nûciwanên temen 6 heya 18 saliyê bûne. %70 jî bi sedema madeyên teqîner birîndar bûne û mirine, yên din jî bi agir.

Parve bike: