Kurdistan
Di nav erebê de gule berdane serê jin û mêrê wê
PeyamaKurd – Li bajarê Ixdirê li gundê Kerîmbeyliyê jin û mêrên hev yên bi navên Kadir û Hanim Elkatmış ji 18 ê adarê de ji wan agahî nehatibû sitendin. Lê îro jin û mêr di nav arazî de, di nav erebekî de ku bi guleyan li serên wan xistine û mirine, hatin dîtin.
Piştî gundiyên li Kerîmbeyliyê cenazeyan dîtin, agahiyê dan tîmên cendirmeyan û tîm çûn ciyê bûyerê. Piştî li ciyê bûyerê lêkolîn hat kirin, cenazeyan şandin morga nexweşxane ya bajarê Ixdirê.
Bo pêzanîna sedema kuştina her dû kesan, tîmên cendirmeyan lêpirsîna xwe destpêkir.