Kurdistan
Di nav kolana Amedê de agir bi otobusê ket
PeyamaKurd – Li bajarê Amedê li taxa fabrîkê li dora nîvro otobusa aîdê şaredariya mezin dema di rêya xwe de diçû agir pê ket. Şofêrê otobusê temamê rêwiyan tehliye kir da zerar negihê rêwiyan
Li ser agir bi otobusê ket şofêr agahiyê da îtfaiyê û dema îtfaiye çû ciyê bûyerê, agir vemirand lê otobus kete rewşekî wisa ku nayê bikaranîn. Li serê dixebitin da sedema vêketina agir bo otobusê bizanibin.