TR KU SO
FB X
Kurdistan

Di nava kustiyên Dêrsimê de 2 berpisên MLKPê hene

Admin M
Nivîskar
📅 20 tîrmeh 2019 20:49

PeyamaKurd- Di 10 ê tîrmehê (temmûz) de li herêma Dêrsimê ji aliyê hêzên asayîşa dewletê ve bi desteka helîkopteran operasyon hatibû kirin û di encamê de 5 çekdar hatibûn kuştin. Hêzên dewletê digotin ku ew 5 kes yên PKK ê ne lê niha hat piştraskirin ku 2 kes ji wan rêvebirên jor yên MLKP (Partiya Komunîst ya Marksîst-Lenînîst) yê ne.

Wezareta karên hundir ya Tirkiyê ragihand; navên her 2 kesan di nava lîsta ew kesên ku li wan digerin de ne. Taylan Kutlarê bi navê kod Seydo Azad di lîsta dewletê ya “şîn” de û Hıdır Çallin bi navê kod “Pîrgoğan” ku di lêsteya “boz” de bûn ku dewlet li wan digeriya.

Li gor ragihandina dewleta Tirkiyê her 3 kesên din yên PKKê ne û bo tesbîta nasnameya wan cenazeyan şandine bo bajarê Meletiyê Tib a Adlî.

Parve bike: