TR KU SO
FB X
Kurdistan

Di navbera pêsmerge û pasdaran de ser derket!

Admin V
Nivîskar
📅 15 tîrmeh 2018 13:17

PeyamaKurd- Li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Kirmaşanê di navbera pêşmergeyên PDK-Î û muhafizên şoreşa Îranê (pasdaran) de şer derket.

Di derbarê mijarê de pêşmergeyên PDK-Îyê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Duh êvarî seet li dora 19:30î li bajarê Kirmaşanê li herêma Paweyê li derdora Çiyayê Şaho pêşmergeyên PDK-Îyê bi ser pasdaran de girtin. Di encama şêrr de 2 pasdaran hatin kuştin.”

Pasdaran jî daxuyaniyek dan û wiha gotin: “Li herêma Noşdê ya bajarê Kirmaşanê bi komeke çekdar re şer derketiye. Di encama şêrr de pasdaranek hatiye kuştin û pasdaran jî 3 çekdar kuştine û 1 jî birîndar kirine.”

Parve bike: