Kurdistan
Di operasyona HSD û Hevpeymaniyê de DAISîyekî metirsîdar hat girtin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di operasyoneke hevbeş Hêzên Sûriya Demokratîk HSD û Hevpeymaniya Navdewletî de, li derdora parêzgeha Dêrazorê de, endamekî DAIŞê yê metirsîdar ku serokatiya şaneyekê dikir hate desteserkirin.
Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand, Hêzên Sûriya Demikratîk HSDê bi piştevaniya Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî operasyoneke taybet li navçeya Şihêl a derdora parêzgeha Dêrazorê pêkanîn.
SOHRê da zanîn, di wê operasyonê de endamekî DAIŞê hate desteserkirin ku destê wî di hejmarek tawanan de heye.