TR KU SO
FB X
Kurdistan

Di operasyona Mêrdînê ya ser PKK ê de 4 kes hatin girtin

Admin M
Nivîskar
📅 18 hezîran 2022 02:04

PeyamaKurd – Bi fermandariya serdozgeriya bajarê Mêrdînê ji bo ser PKK ê operasyon hat kirin û di encamê de hêzên asayişa Mêrdînê 5 kesan xist binçav. Serdozgerî ragihand ku berê li ser hinek kesan alavên dîjîtal hatine girtin û piştî lêkolîna li ser alavan tesbîta wêneyên 5 kesan kirine û di heman wextê de avêtine ser wan.

Piştî girtina îfadeyan gumanbaran, wan derxistine ber dadgehê û dadgeh 4 kesan şandiye zîndanê û yekî ji wan bi şertê kontrola edlî serbest berdaye.

Parve bike: