Kurdistan
Di operasyona PKK/KCK ê de 7 kes hatin girtin
PeyamaKurd – Li bajarê Bedlîsê, di operasyonên ji bo ser PKK/KCK ê, 7 kesan bi biryara dadgehê şandin zîndanê. Bingeha operasyonê bajarê Bedlîsêye lê li Îstenbol, Manîsa û Wanê jî operasyon hatin kirin.
Sedema operasyonê weka ku endamê rêxistinêbin û bi rêxistinê re alîkariyê kiribin hat nîşandan. Di serî de 8 kes hatibûn binçavkirin lê yek ji wan bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan.
Hêzên cendirmeyan yên alaya Bedlîsê niha li du kesên din digere da wan bixin binçav.