TR KU SO
FB X
Kurdistan

Di teqîna TNTê ya li Çiyayê Metîna de welatiyekî can da

Admin H
Nivîskar
📅 28 nîsan 2023 20:59

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 28ê Nîsanê li devera Metîna Çiyayê Elho yê sînorê qezaya Amêdî ya Duhokê bombeyeke TNT ya çandî teqîyaye ku kesekî can daye û kesek jî birîndar bûye.

Li gorî ragihandina çavkaniyên herêmê, îro nîvro dengê teqînekê li nêzîkî Kûpîtka Elho ya li Çiyayê Metîna hatiye bihîstin.

Xelkê Amêdiyê dema ji bo berhevkirina giyayên biharê çûbûn Çiyayê Metînayê ku çekdarên PKKê li wê herêmê ne, teqîn çêbûye.

Li gorî zanyariyan di teqînê de welatiyê bi navê Dilşad Ebdulrehman ê ji gundê Kanê yê Amêdiyê can daye û Necîb Amir jî birîndar bûye.

Parve bike: