TR KU SO
FB X
Kurdistan

Dijeterora Kurdistanê: Li Hewlêrê 3 dron hatin xistin

Admin H
Nivîskar
📅 14 tebax 2026 09:02

PeyamaKurd - Dijeterora Kurdistanê ragihand ku sibeha îro (14ê Tebaxa 2026an) li esmanê Hewlêrê 3 balafirên bêmirov hatine tespîtkirin û li hewayê hatine têkbirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rewş di bin kontrolê de ye û ev bûyer nebûye sedema ti windahî yan jî birîndarbûnan.
Li gorî zanyariyan, bermahiyên van dronên hatine têkbirin li nêzîkî Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê ketiye ser deverekê. Heta niha derbarê asta zirara madî û berpirsên vê êrîşê de ti daxuyaniyek nehatiye belavkirin.

Parve bike: