Cîhan
Siûdî: Mûşek û dronên Hûsiyan hatin tinekirin
PeyamaKurd - Berdevkê Hêzên Hevpeymaniya ku ji aliyê Erebistana Siûdî ve tê birêvebirin Tûmgeneral Turkî El-Malikî ragihand ku mûşek û dronên ku ji aliyê Hûsiyan ve ber bi herêmên başûr û paytexta Riyadê û herêma rojhilat a Erebistana Siûdî ve hatibûn avêtin, ji aliyê sîstematîk ve hatine astengkirin û tinekirin.
El-Malikî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di encama êrîşên balîstîk û dronên yên Hûsiyan de tu ziyan çênebûne û Hêzên Hevpeymaniyê bi biryar in ku parastina sînor û welatê xwe bidomînin.