TR KU SO
FB X
Kurdistan

Dizeyî bi 14 nûnerên Kurdistanê yên derve re vîdyokonferansek pêk anî

Admin H
Nivîskar
📅 26 hezîran 2020 22:51

PeyamaKurd - Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî bi 14 Nûnerên Hikûmeta Kurdistanê yên li derveyê welat re, civîneke vîdyokonferans pêk anî.

Di civînê de, di derbarê mijarên; rûdan û pêşhatên siyasî, aborî, tenduristî û mirovî yên li Herêma Kurdistan, Iraq û herêmê gotûbêjkirin.

Herwiha di civînê de, behsa pêngavên bo proseya çaksazî û pêşxistina pêwendiyên ligel civaka navdewletî jî hat kirin.

Sefîn Dizeyî li ser hesabê xwe yê Twitterê kêfxweşiya xwe bo wê civînê anî ziman.

Parve bike: