TR KU SO
FB X
Kurdistan

DNOyê ji nû ve dest bi berhemanîna petrolê li Herêma Kurdistanê kir

Admin L
Nivîskar
📅 26 hezîran 2026 13:29

PeyamaKurd - Şîrketa petrolê ya Norwêcî DNOyê biryar da ku hilberîna petrolê li zeviyên xwe yên li Herêma Kurdistanê ji nû ve bide destpêkirin.

Piştî vegera çend şîrketan bo hilberîna petrolê li Herêma Kurdistanê, şîrketa Norwêcî DNOyê ragihand ku ew ê hilberînê li zeviyên petrolê yên Tawke û Pîşabur ji nû ve bide destpêkirin.

Di heman demê de, HKN jî plan dike ku roja Yekşemê ya bê hilberîna petrolê li zeviya xwe ya Etruşê ji nû ve bide destpêkirin.

Gulf Keystone û HKN berê hilberîn ji nû ve dabûn destpêkirin. Tê payîn ku Hunt Oil di 8ê Tîrmehê de vegere hilberînê, lê tê payîn ku şîrketên din ên petrolê qonax bi qonax dest bi xebatê bikin.

Ji 11 şîrketên petrolê yên ku li Herêma Kurdistanê dixebitin, heşt ji wan xebatên xwe rawestandibûn. Niha, hin şîrketan hilberîna petrolê ji nû ve dane destpêkirin, lê tê payîn ku yên din di çend rojên pêş de vegerin ser kar. Bi vegera van şîrketan bo xebatê, wê rojane bi qasî 170,000 bermîl petrol were hilberandin.

Li Herêma Kurdistanê heşt zeviyên petrolê yên sereke dixebitin. Ev zevî Hurmale, Tawke û Pîşabûr, Şêxan, Etrûş, Serseng, Erbîl û Bicîl-Herîr in.

Îxracata petrolê ya Herêma Kurdistanê ji Gulana 2023an vir ve hatiye rawestandin û ev astengî bûye sedema ziyanên bi milyaran dolarî ji bo Herêma Kurdistanê û tevahiya Iraqê.

Parve bike: