Dr. Menal Muhammed: “Me tedbîrên xwe girtiye”
PeyamaKurd- Dr. Menal Muhammed ku berpirsê tenduristiyê yê rêvebiriya xweser ya dekokratîke li rojavayê Kurdistanê,bo tora medyayî Rûdawê agahiyên li jêrê ragihand:
“Hemû rêyên têne Binxetê girtîne. Her agahiyek me dixe nava bizavê û em wan vediguhêzin devereka dinê. Heya niha ti gumana me tine ye ku kesekî bi koronavîrusê ketiye. Hefteya pêşiya me em jê ditirsin lê em hêvîdain weka hefteya borî derbas bibe.
Asta herêma Cezîrê wezîfedarên amade ku mobûlzîze ne. Du tîmên me hene. Eger giliyek çêbibe, di cîh de xwe digihînin ciyên wan. Eger lazim be en wan tînin du ciyên me hene. Ciyên yekem yên fehsê ne. Kesên ku gumana me li ser wan zêde bin, em wan dibin nexweşxaneyên ku me amade kirine.
Eger kes ji Şamê were balafirgehê, eger welatîbin, di ciyên xwe de tên karantînakirin. Ji xwe seferên naxweyî rawestiyane.
Temamên doktorên me amade ne bo mudaxeleyan. Ew kesên ku dikevin nava sînorên rêvebiriya xweser, tev tabi’ê mudaxeleya tedbîrgirtina koronavîrusê ne. Ew kesên ku tên li ser sînoran tên xistin bin karatînayê, bila li malên xwe bimînin û xwe nexin tegaviyê.”