Kurdistan
Îstîxbarata Îranê 2 Kurdên bi navê Muhammed Ebrahimkia û Arkan Ahmadi xist bin çav
PeyamaKurd – Îstîxbarata Îranê ji bajarê Kurdistanê ji Oşnaviyê Kurdên bi navê Muhammad Ebrahimkia û ji Merîwanê Arkan Ahmedi xistin bin çav û birine ciyekî ku nayê zanîn.
Li gor ragihandina Hengawê; Ebrahimkia di 2 yê êlûnê de roja Çarşemê li bajarê Oşnaviyehê ji aliyê hêzên îstîxbarata Îranê ve hatiye girtin.
Di 1ê êlînê de jî hêzên îstîxbarata Îranê li Merîwanê roja Sêşemê Ahmedî girtine û birine ciyekî nediyar. Ahmedî ji gundê Hangeh Xal e û li Merîwanê dimîne.
Heya niha kes nizane her dû Kurd li ku derêne û bi çi tên tewankirin.