DYA: Em piştgiriyê didin Herêma Kurdistanê da ku xwedî hêz be
PeyamaKurd - Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) têkildarî yekxistina Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê daxuyaniyek da û destnîşan kir ku ew piştgiriyê didin Herêma Kurdistanê da ku xwedî hêz û berxwedêr be.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de bangî aliyan kir ku bi lez û bi awayekî avaker bixebitin da ku derfeta bihêzkirina saziyên li nav Herêma Kurdistanê zêde bibe.
Di çarçoveya bidawîanîna dabeşbûna Hêzên Pêşmerge de, doh bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmergeyan merasîmeke fermî hatibû lidarxistin.
Di merasîmê de Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Alîkarê Serokwezîr Qubad Talebanî, Wezîrê Pêşmergeyan Şoreş Îsmaîl û gelek berpirsên payebilind amade bûn, hate ragihandin ku pêvajoya yekkirina di bin sîwana Wezareta Pêşmergeyan de bi dawî hatiye.