TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ebdî bo operasyona Bexdadî: Sîxûrê me di dilê DAISê de cih girt

Admin H
Nivîskar
📅 29 cotmeh 2019 23:41

PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî, hûrguliyên operasyona li dijî serokê rêxistina terorîst DAIŞê Ebûbekir el Bexdadî eşkere kirin û got, wan endamên îstîxbaratê li cem Bexdadî bi cih kirin û ji bo operasyonê li cem Amarikayê yekîneya veşartî ya ji 3 kesan pêk tê ava kirin û kelî bi kêlî Bexdadî şopandin.

‘Di hemû kêliyên îstixbaratê de HSD hebû’

Mezlûm Ebdî, ji Fox News a Amerîkî re axivî û got, operasyona kuştina Bexdadî ya bi encam bû, çend meh berê dest pê kir û di hemû kêliyên îstîxbaratê de HSD jî di nav pêvajoyê de bû.

Ebdî da zanîn ku endamê HSDê yê di dilê DAIŞê de cih digirt, dema serdegirtinê de jî di operasyonê de cihê xwe girt û wî ew agahdar kirin ku Bexdadî berê xwe daye Rojava û ber bi Îdlibê ve diçe.

‘Endamê HSDê piştî operasyonê birin cihekî ewle’

Ebdî wiha pê de çû: "Agahî da ku wê têkeve kîjan malê. Me di 15ê Gulanê de agahî da Amerîkayê. Piştî agahiyê me yekîneya ku 3 Amerikayî ji di nav de bi veşartî ava kir. Endamê îstîxbatarê yê HSDê li qada lê hûrguliyên tunelê yê ku Bexdadî lê ye bi mere parve kir. Diyar kir ku li gel Bexdadî çend kes li herêmê ne û plan dikin ku têkevin nava tevgerê. Roja din Roja Şemiyê li dijî cihê wan êrîş hat lidarxistin. Endamê HSDê ji aliyê Amerîkayê ve ji herêmê hat derxistin û birin cihekî ewle."

‘Kuştina Bexdadî bêyî îstixbarata Kurdan ne pêkan bû’

Ebdî da zanîn ku bicihkirina saloxdêr di nava DAIŞê de gelek zor û zahmet e û wiha axivî: “Bi taybetî kesekî saloxdêr ewqas nêzî Serokê DAIŞê be pir zahmet e. Ev serkeftina Kurdan a pir mezin e.  Kuştina Bexdadî bêyî îstixbarata Kurdan ne pêkan bû."

Parve bike: