TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ebû Xeyd: Wê dawiya Tirkiyê û deshilatdarên wê nebas be

Admin H
Nivîskar
📅 05 cotmeh 2020 03:42

PeyamaKurd - Sekretêrê Giştî yê Komkara welatên Erebî Ehmed Ebû El-Xeyq li ser destwerdanên Tirkiyê got, wê dawiya Tirkiyê û deshilatdarên wê nebaş be, nexasim di demeke ku bi aliyên herêmî û yên mezin re ketiye nava gelek nakokiyên dijwar.

Sekretêrê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû El-Xeyd da zanîn ku Tirkiyêbi aliyên herêmî û yên mezin ketiye nava gelek nakokiyên dijwar û got, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, li dijî Misir, Sûriye, Iraq û Libyayê destwerdanên leşkerî dike.

Ebû El-Xeyd got ku herî dawî jî Tirkiye li Qefkasyayê destwerdana şerê navbera Ermenistan û Azerbaycanê dike û herwiha nakokiyên wê yên bi Yûnanistan û Qibirsê re jî berdewam in.

Parve bike: