Kurdistan
Efrîn | Li Cindirêsê otomobîleke bombelêkirî hat teqandin
PeyamaKurd - Îro danê nîvro li dor demjimêr 12:00 li bajaroka Cindirêsê ya Efrînê otomobîleke bombelêkirî li kolana 16 li nêzîkî avahiya Komela Buhar a Hawarhatinê hat teqandin.
Li gor zanyariyên destpêkê di wê teqînê de kesekî canê xwe ji dest daye û 11 kes jî birîndar bûne û birînên hinekan gelekî xedar in.
Çavkaniyên xwecihî radigihînin ku birîndar bo nexweşxaneyê hatine veguhastin û komên çekdar jî dora cihê teqînê dorpêç kirine.
Hîn hûrgilî û berpirsên wê teqînê de agahî nehatine belavkirin.