Kurdistan
Efrîn | Mayinek teqiya û di encamê de 2 birayan can dan
PeyamaKurd – Li gundê Meyasa yê navçeya Şêrawayê ya Efrînê, do êvarî mayinek teqiya û di encamê de, 2 birayan can dan.
Li gorî zanyariyan, li gundê Meyasa yê navçeya Şêrawa ya Efrînê, mayînek bi du ciwanan ve dema ku pêzên xwe diçêrandin teqiya.
Di encamê de, ciwanê bi navê Zekeriya Mihemed Mihemed (15) û birayê wî 10 salî El Mihemed can dan.
Herwiha hat diyarkirin, pismanê her du birayan jî hîn wenda ye derbarê rewşa wî de ti agahî nehatine bidestxist.
Artêşa Tirkiyê û çekdarên wê, gundê Alqemiye û Meranaz ên navçeya Şera a Efrînê bi hawanan topbaran kirin.
Têkildarî ziyanên topbaranê heta niha ti agahî nehatine bidestxistin.